Hevjîna Bargûtî Fedva Bargûtî li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku wezîfedarekî girtîgehê bi fîşeka plastîk gule berda lingê Bargûtî û di encamê de birîndar bû ku xwîn li birînê hat.
Kurê wî Arab Bargûtî jî ragihand ku bûyer hefteya derbasbûyî li Girtîgeha Ganotê ya li Çola Necefê qewimî û malbat bi rêya parêzer bi rewşê hesiya û destwerdaneke tibî li Bargûtî nehate kirin.
ÎSRAÎLÊ ÎDÎA RED KIR
Parêzerê Bargûtî Avigdor Feldman jî anî ziman ku di dema hevdîtinê de muwekîlê wî ji lingê xwe birîndar bû û diyar kir ku wan serî li rêveberiya girtîgehê dane.
Rêveberiya Girtîgehê ya Îsraîlê îdîa kir ku gotinên tê gotin "bêbingeh in" û ragihand ku sazî di çarçoveya qanûnî û di bin kontrola dadgeriyê de kar dike.
Mervan Bargûtî yê 67 salî di sala 2002'an de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû girtin û bi hinceta rola di êrişên sala 2004'an de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn.
Yekîtiya Ereb jî ji bo lêkolînkirina îdîayên li ser "êrişên dubare dibin" ên li hemberî Bargûtî banga avakirina komîsyoneke lêpirsînê ya navneteweyî kir.